Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çend Ciwanên Kurd bi destê hêzên rêjîm hatne kuştin û birîndarkirin

11:54 - 16 Îlon 2025

Li alozî û pevçonekê de li navbera xelkê neraziye bajarê Seqizê û hêzên tepeserkare rêjîmê de, hêzên dijemirov bi teqeya rasterast Ciwanek kuştin û çen kes jî birîndar kirin.

Êvara roja Duşemiyê xelkê gundê Pîromeran a Seqizê li derheq talankirina kangeha Zêr a Qulqule, nerizayetiya xwe dane nîşandanê û li encamê de hêzên rêjîmê bona belavkirina xelkê nerazî, xelk dane ber desrêjiya gullan.

Gorî zaniyariya di encama teqa hêzên rêjîmê de, mixabin Ciwanek bi navê Mihemed Reşîdî bi derba gullan canê xwe ji dest daye û çendîn kes jî bi giranî birîndar bûne.

Hatiye zanîn ku hêzên rêjîmê îzn nedane ku termê kesê hatî kuştin û birîndaran bo nexweşxanê bête veguhestin.