
Li geramya serweyê 50 pileyan de rêjîma Îranê berqa bajarê Qesrê Şîrînê zêdetir ji 6 demjimêran qut dike, xelk hem ji germayê û hem ji qutbûna berqê bêzar bûne û ragihandine ku qutbûna berqê li vê geramya zêde de hem kar û hem jiyana wan dijwar kiriye.
Herwisa xelkê nerazî yên bajarê Qesrê Şîrînê ragihandine li rewşa niha de ku nirxa Dolar ji 106 hezar Tumenî derbas bûye û kar jî bi sedema qutbûna berqê disekine, dê çawa bikarin xercê hewcehiyên jiyana xwe dabîn bikin.
Xelkê vê deverê gotine ku rêjîma Îranê ne dikare nirxa Dolar kontrol bike û ne şiyan û îradeya çareserkirina pirsgirêkên xelkê bi taybet li warê abûrî de heye û ev yek nîşaneya neşiyana birêveberiya rêjîmê ye ku roj bi rojê zêdetir wela kawil dike.