Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşek ji mamostayên Olî li derheq salvegera şehîdkirina Jînayê de peyamek belav kirin

11:58 - 16 Îlon 2025

Li sîyemîn salvegera şehîdkirina Jîna yê de beşek ji mamostayên olî yên welatparêz li derheq şehîdkirina Jîna Emînî de peyamek belav kirin û jîna wek remza xebata serdemiyane ya gelên Îranê binav kirine.

Li beşeke vê peyamê de hatiye ku şehîdkirina Jîna yê zilm û neheqiyekî mezin bû ku aliyê rêjîma Îranê ve hatiye kirin.

Herwisa li vê peyamê de wan mamostayan ragihandine ku ti belgeyek şer`î li ser nîne ku li dîroka Îslamê de xatûnek li ser bê hicabî an kêmhicabî bê sizakirin û hicaba bi zorê, destêverdan li jiyana kesîn a xelkê ji aliyê desthilata ne-îslamî ya Îranê ve bi tevavî ne-şerî ye û dijayetî digel naveroka ola Îslamê ye.

Li dawiya peyama wan mamostayên Olî de hatiye: Em mamostayên Olî yên niştimanperwer li navxweyê welat de daxwazê ji bazarî û kasibkaran dikin ku li 25ê Xermananê de wek rêzgirtin li riha paqije şehîda azadiyê, Jîna Emînî û hemû şehîdên tevgera Jîna yê û tekezîkirin bi ser seha azadîxwaziya gelê me, man bigrin û dukanên xwe dabixin.