
Li vê daxuyaniyê de tevî bi bilindragirtina yada Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî, hatiye ragihandin ku terorkirina Dr. Şerefkendî ku bi armanca bêdengkirina dengê gelê Kurd û tevgera dêmokrasî bo Îranê hate kirin, nîşanderê sirûşta tepeserker û nemirovaneya komara îslamî ye, lê dîrok belgeya vê yekê ye ku xwîna şehîdên doza azadiyê, neku tevgerên rizgarîxaz nesekinandine, belku bihêztir kirine.
Dr. Şerefkendî û hevalên wî, alahilgirê hizra azadî, dadpewerî û mafê vekhevî bûn, bi sekinîn li hember sitemkariyê, erkek dîrokî li stuyê xwe girtin û jiyana xwe bo doza gelê Kurd terxan kirin, bi bîranîna wan û rêbaza wan, sermayeyekî hertimî bo tevgera netewî û demokratîk a Kurdistan û Îranê ye.
Li dawiya daxuyaniya Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistana Îranê de hatiye: Li rojeke wek îro de careke din “YZAKA” tekezî li ser hevdengiya xwe digel Hizba Dêmokrat a Kurdiatana Îranê û hemû hêzên azadîxwaz û demokrasîxwaz dike. Bi hizra me, vekhevî û xebata hevpar, take rêya rawestan li hember sitemkarî û bidestveanîna armancên netewiya me û xelkê çewisandiyên Îranê ye, yada Dr. Sadiq Şerefkendî û hemû şehîdên doza azadiyê, hertimî be.