Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema Erdhejê Zêdetir ji Hezar û 100 kesî li Efxanistanê de canê xwe ji dest dane

12:20 - 2 Îlon 2025

Li erdheja bi hêza 6.2 rîxterî li rojhilatê Efxanistanê, zêdetir ji Hezar û 100 kesî pêka amarên destpêkî, canê xwe ji dest dane û zêdetir ji 3500 kes jî birîndar bûne û ew amar renge hêj zêdetir bin û hêj çendîn gundên ku bi tevavî herifîne ti amarek ji kuştî an birîndaran nehatiye zanîn.

Pêka raporên belavbûyî, li wilayeta “Kuner” de zêdetirn hêza wê erdhejê hebûye û li wilayetên “Lexman û Nengerhar”ê de jî xisarên malî û canî gelek zêde ne û li amarên destpêkî de îşare bi canjidestdana sedan kesî li wan 2 wilayetên Efxanistanê de hatiye kirin.

Pêka dawî raporên belavbûyî, “Ebdulcabir Behîr”, serokê navenda ragihandin û lêkoilînên Efxanistanê, gotiye ku pêka dawî amaran, zêdetir ji hezar û 100 kesî li erdheja li rojhilatê Efxanistanê de canê xwe ji dest dane û zêdetir ji 3 hezar û 500 kes jî birîndar bûne.

Bi sedeam çiyayîbûna wan deveran û pirsgirêka hatinûçonê, amara serast a canjidestdan, birîndaran û hewisa xisarên malî nehatine zanîn û li hindek deveran de gundên çiyayî bi tevavî bi ser xelkê de herifîne.

Amara serast hêj nehatiye zanîn û her dem carekê ev amara diguhere û zêdetir dibe.