
Hêzên hov ên itilaata rêjîmê li bajarê Şinoyê, bi awayê xoserane û bê belgeya Yasayî êrîş kirine ser mala 2 welatiyên Kurd û 2 ciwanên temen 16 salî yên bi navên “Diyar Gergul û Alan Tabnak” binçav kirine û heta belavbûna vê nûçeyê sedema binçavkirin, tohmetên sepandî bi ser wan 2 nûgihanên temen 16 salî, nehatye zanîn.
Herwisa qedera 6 zarokên temen 16 û 17 salî, yên bi navên “Kawan Sebûrî, hewraz Zemanî, Bêhrûz Reşîdî, Soran Muzeferî, Peyam Hesenî û Îhsan Sebûrî” xelkê bajarê Kamêranê ku ji aliyê hêzên hov ên rêjîmê, nêzî heftiyek berî niha hatibûne binçavkirin, bi nerohnî maye û ti zanyariyek serast li derheq sedema binçavkirin, tohmetên sepandî û cihê ragirtina wan li ber dest nîne.