
Pêka raporên Belavbûyî, 3 girtiyên Kurd ên bi navên “Mecîd Hesenî, xelkê bajarê Îlamê, Ekber Îmamî, xelkê Nûrabadê û Mesûd Extî, xelkê bajarê Kûhdeştê” li girtîgeha Qizilhisar a rêjîmê li bajarê Kerecê de hatine bidarvekirin.
Herwisa 2 girtiyên Kurd ên bi navên “ Ehmed Heqqî û Mecîd Sulêymanî” ên xelkê bajarê Îlamê li girtîgeha navendî ya rêjîmê li bajarê Îlamê de hatine bidarvekirin.
Rêjîma Îranê bidarvekirin û sepandina sizaya bidarvekirinê wek alaveke tepeserkirina xelkê Îranê bi taybet li hember gelên Kurd û Belûç de bi kar tîne.