Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birîtaniya û Alman li derheq serdana Îranê, huşdarî dane welatiyên xwe

11:22 - 18 Îlon 2025

Wezareta Derve ya Birîtaniyayê huşdarî da welatiyên xwe bi taybet ên dunasnameyî ku nasnameya Birîtaniyayî-Îranî hene, ku nabe bi ti awayek serdana Îranê bikin û yên li Îranê de jî bi lezgînî ji Îranê derkevin.

Wezareta Derve ya Birîtaniyayê bi rohnî ragihandiye ku egera hindê heye ku li Îranê de bêne binçavkirin, lêpirsîn û sizaya girtîgehê bi ser wan de bête sepandin.

Çend roj berî niha jî Wezareta Derve ya Alman daxwaz ji welatiyên xwe bi taybet ên dunasnameyî kiribû ku xwe ji serdana bo Îranê biparêzin û yên li Îranê jî bi lezgînî ji Îranê derkevin.

Barimtegirtina xelkê welatên biyanî bi taybet ên dunasnameyî û bikaranîna wan wek barimte li hember welatan, berê de yek ji siyasetên bingehîn a derveye rêjîma Îranê bûye.