
Kaya Kalas berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê huşdarî da rêjîma Îranê ku hêj ti pêngavek bo rêgirîkirin ji zivrîna dorpêçên ragirtî anku çalakbûna mikanîsma maşê hilnegirtiye û derfata ku bi rêjîma Îranê hatibû dayîn, bi dawî dibe.
Kaya Kalas bi belavkirina daxuyaniyekê ragihand: “rêjîma Îranê dibe pêngawên bi wec bo daxwaziyên Troîkaya Ewropayê bihawêje ku bi wateya hevkariya tevav digel Ajansa Navnetewî ya wizeya Navkî û rêdan bi lêkolerên vê Ajansê bo lêkolîn li tevahiya binke û navendên navkî yên rêjîmê ye”.
Herwisa wezareta Derve ya Alman jî ragihand ku rêjîma îranê hêj ti pêngawek bi wec bo rêgirîkirin ji çalakbûn a mikanîsma maşê hilnegirtiye.
Rêjîma Îranê di cihê hilgirtina pêngavên erênî bo çareserkirina vê pirsgirêkê, ragihandiye ku hekî mikanîsma maşê bê çalakkirin, dê ji lihevkirina digel Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî, paşekêşiyê bikin.