Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûnên nerizayetiyên berfireh li Kurdistan û Îranê berdewam in

11:11 - 1 Çirriya pêşîn 2025

Roja Sêşemî 8ê Rezberê li çendîn bajarên Îranê de kombûnên nerfireh ên nerizayetiyê ji aliyê çûn û qatên cuda yên civakê ên wek xwediyên nanxaneyan, kedkaran, malinîşnkiriyan, mamostayan û werzêran ve li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de hatine lidarxistin ku berfirehtir û micid ji berê têne birêvebirin.

Li halekê de pêka amarên rêjîmê enfilasiyona xal bi xal ji %45.3 zêdetir bûye, rewşa jiyana xelkê jî ji berê dijwartir bûye li vê derheqê de li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Kirmaşanî de malnişînkiriyan bi lidarxistina kombûneke berfireh a nerizayetiyê daxwaza pêregihîştina berpirsan bi daxwaziyên xwe kirin û dirûşma “heta em mafê xwe nestînin em nasekinin dan”.

Herwisa li bajarê Meşhedê de xwediyên nanxwaneyê li 3emîn roja nerizayteiya xwe de li rûberûyê şirketa Nanîno û banka Sipeh a rêjîmê kombûneke berfireh lidar xistin û dirûşma sifreya me wala ye”, dan û daxwaza dana yaraneyên xwe kirine, li bajarê Eselûyê de jî kedkarên girêbestakar ên şirketa neft û gaza Pars, daxwaza birêvebirina biryara dîwana idalet û dana zêdekariyên xwe kirin.

Li bajarê Erdekanê de jî werzêr û xwediyê traktoran li derheq kêmkirina pişka şewata wan li rûberûyê îdareya cehada kişawerzî ya rêjîmê kombûneke berfireh a nerizayetiyê lidar xistin.

Li bajarê Têhranê de jî mamostayan li rûberûyê wezareta perwerde û hînkariyaê rêjîmê kombûna nerizayteiyê lidar xistin û daxwa pêregihîştin bi daxwaziyên xwe kirin û nerizaytiya xwe li derheq zerîba kar û poenên ceribandina karpêdanê kirin.

Li bajarê Ehwazê de jî kedkarên pîşeya pola piştî 3 heftî li xwenîşandan û kombûnên berfireh heqdestên xwe yên paşxistî vergirtin û hêla berhemanînê careke din çalak kirin ku dide xuya pêdegirî û berxwedan li ser mangirtin û nîşanada nerizayetiyan bi sedema tirsa rêjîmê ji berfirehtirbûna wan digihîjin encamê û berpirsên pêwendîdar neçar bi bersivdanê dikin.