Roja Çarşemî 9ê Rezbera 1404 a Rojî, 7 welatên xwediyê aboriya herî pêşkevtî ya cîhanê anku girûpa G7 bi belavkirina daxuyaniyek hevpar daxwaz ji rêjîma Îranê kirin ku bi lezgînî digel Amerîkayê danûstandinê bike û bo pêbendiya xwe ya tevav bi sozên navkî, pêngavên berçav hilgire.
Ev daxuyaniya ku ji aliyê Wezîrên Derveye welatên “Kanada, Firanse, Alman, Îtaliya, Japon, Birîtaniya, Amerîka û Nûnerê Yekîtiya Ewropa”yê ve hatiye wajokirin tekezî kirine ku dîplomasî hewcehiyek girîng bo çarseriya wan pirsgirêkan e.
Girûpa G7 daxwaza hevkariya tevav û lezgîn a rêjîma Îranê digel Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî, destpêkîrina lêkolînên vê Ajansê li Îranê, rohnkirina li derheq qasa Oraniyoma paşkevtkirî kirine û herwisa tekezî bi ser çalakkirina mikanîsma maşê jî kirine.