Roja 7ê Çirrya Paşî a 2026 an, Konferansek bi beşdariya Part û Rêkxistinên netewî yên Bakûrê Kurdistanê û 170 siyasetmedarên kurdistanî bi armanca çêkirina Hevbendiya Netewî hat lidarxistin.
Konferans bi Sirûda Neteweye Ey Reqîb û rêzgirtina ji bo şehîdan destpê kir.
Ev pêngava girîng ku di encama hewlên demdirêj de hatî avêtin, ji bo gelê Kurd qonaxeke nû û dîrokî ye.
Armanca sereke ya Hevbendiyê ew e ku li ser xaka Kurdistanê mafên bingehîn ên neteweyî û çarenûsa Neteweya Kurd bê parastin, û statûyeke siyasî ya xweser bê bidestxistin. Hevbendî dixwaze di navbera hemû hêzên çar parçeyên Kurdistanê de têkiliyên diyalog û piştgiriyê xurt bike.
Di encama karê vê konferansê de, Meclîseke 51 kesî hat hilbijartin û di civîna ewil de, dê Komîteya Rêveberiyê ya ji 9 kesan pêk tê were diyarkirin.
Di konferansê de reşnivîsa Bername û armanc û siyaseta Hevbendiyê û Yasaya Navxweyî bi yekdengî hatin pejirandin.
Partiyên beşdar evin: Însiyatîfa Neteweyî ya Kurdistanê – Pêlkurd – Partiya Dêmokrat a Kurdistana Bakûr - Partiya Sosyalîst a Kurdistanê PSK – Partiya Welatparêzên Kurdistanê PWK – Vejîn – 170 Kesayetên Serbixwe yên Kurdistanî.
Piştî encamên konferansê û avakirina Hevbendiya Netewî, Ev mizgînî ji aliyê partî, tevger, dezgehên civakî û kesayetên serbixwe ve bi daxuyaniyekê ji raya giştî re hate eşkerekirin.
Hevbendiyê di daxuyaniyê de bang li hemû pêkhateyên civakî, rewşenbîr û siyasetmedaran kir ku li dora armancên hevbeş bibin yek, û li şûna cudahiyan xala hevbeş xurt bikin. Hevbendî dixwaze bi vê îradeya hevpar paşeroja gelê Kurd di bin çetreke demokratîk de ava bike.