Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê 7 girtiyên kurd li 3 girtîgehên xwe de bidar vekirin

11:37 - 2 Çirriya pêşîn 2025

Pêka raporên belavbûyî li roja Çarşemî 9ê Rezbera 1404 a Rojî, “Mêhrdad Şehîdî û Seîd Emîrî” yên xelkê bajarê Kirmaşanê li girtîgeha Dîzilabad a rêjîmê li bajarê Kirmaşanê û “Mihemed Ferecî” xelkê gundê “Lincabad”ê ser bi bajarê Merîwanê li girtîgeha rêjîmê li bajarê Sinê de hatine bidarkirin.

Li roja Sêşemî 8ê Rezberê jî “Xulamelî Nazariyan” ê xelkê bajarê Kirmaşanê li girtîgeha Dîzilabad a rêjîmê li bajarê Kirmaşanê û “Mehmûd Qeyteranî” yê xelkê bajarê Merîwanê li girtîgeha rêjîmê li bajarê Sinê, hatine bidarvekirin.

Li roja Yekşemî 6ê Rezberê jî girtiyek ê bi navê “Riza Şehlayîniya”, xelkê bajarê Qurwê, li girtîgeha rêjîmê li bajarê Kirmanê de hatibû bidarvekirin.