Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Antoniyo Gotrêş zêdebûna bidarvekirin û tepeserkirina azadiyan li Îranê bi tundî rexne kir

10:46 - 26 Çirriya pêşîn 2025

Antoniyo Gotrêş Serokê Saziya Netewên Yekgirtî li rapora xwe bo civîna giştî, zêdebûna bidarvekirinan, îşkencekirina girtiyan li girtîgehan, tepeserkirina azadiyên medenî û cudatîdanîn li dijî jinan û kêmîneyan li Îranê, bi tundî rexne kir û daxwaza sekinandina lezgîn a tevaviya sizayên bidarvekirin û sekinandina hemû sizayên sepandî û azadiya girtiyên siyasî û çalakvanên mafên mirovî kir.

Navbirî li vê raporê de îşare bi bidarvekirina kesên jêr 18 salî anku zarokan, bidarvekirina neraziyan piştî dadgehîkirinek nedadperwerane û bidarvekirinên li ber çavên xelkê jî kiriye.

Antoniyo Gotrêş li vê raporê de îşare bi îşkencekirin û sizakirina fîzîkî wek lêdana qamçiyan û birîna endamê laşê mirovan, sînordarkirina azadiya gotin û lidarxistina kombûnan û bêparkirin jî perwerdê û karkirina zarokan û cudatîdanînên bi dijî kêmîneyan kiriye.

Antoniyo Gotrêş tekezxî kiriye ku rêjîma Îranê heta niha xwe ji wajokirina konvansiyona qedexekirina îşkencekirinê û konvansiyona nehiştina cudatiya li dijî jinan parastiye û daxwaza bersivdana rêjîma Îranê li derheq binpêkirina mafê mirovî jî kiriye.