Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê her di lîstê reş ê “FATF”ê de ma

10:52 - 26 Çirriya pêşîn 2025

Girûpa Taybet a “FATF” li nûtirîn daxuyaniya xwe de ragihand ku rêjîma Îranê her li lîstê reş anku lîstê welatên gelek metirsîdar bo sipîkirina diraf, dabînkirina malî ya terorîzmê û berfirehtirkirina çekên kuştina bi kom de ma û daxwaz ji hemû welatan kir ku li rawestan li hember rêjîma Îranê berdewam bin.

Li vê daxuyaniyê de hatiye ku rêjîma Îranê ji heyva February 2020 a Zayînî heta heyva Augusta 2025 de ti guherînek bi ser rewşa bernameya Îranê de nehatiye. Vê damezraveyê tekezî kiriye ku bi sedema berdewamiya metirsiyên dabînkirina malî, welatên endam dibe rêkarên tundtir li hember rêjîma Îranê bi kar bînin.

Herwisa li daxuyaniyê de hatiye ku li heyva September 2025 a Zayînî de rêjîma Îranê bas ji erêkirina konvansiyona “Palermo”yê anku konvansiyona Saziya Netewên Yekgirtî li dijî Tawankariyên Rêkxistinkirî yên Navnetewî, kiriye lê “FAFT”, vê yêkê bi qasa hewce nabîne û ragihyandiye ku kêmasiyên Îranê li derheq naveroka Palêrmoyê gelek berfireh in û pêka standardên navnetewî nîne.