“Îsmaîl Beqayî”, berdevkê wezareta derve ya rêjîma Îranê li civîna “dîplomasiya moqawimet û menafiê millî” li zanîngeha Firdûsî ya li bajarê Meşhedê de bi rohnî û eşkere ragihand: “Têhran dê berdewam be li ser piştevanbêkirina moqawimetê li deverê de. Gotin û îtirafên wî berpirsê rêjîmê dide xuya ku rêjîma Îranê bi ti awayek dest ji çêkirina fitneyan û alîkarîdan bi terorîzma navnetewî bernade ku ev mijar yekek ji merc û daxwaziyên bingehîn ên Amerîka û Îsraîl li danûstandinên digel rêjîma Îranê ye.
Gotinên wî berpirsê rêjîmê li halekê de ye ku siyaseta li jêr navê “stratêjiya kûr a rêjîma Îranê” li Lubnan, Sûriye, Yemen û Îraqê de rastî şikestek yekcarî hatiye û bilî milyardan dolar xercê wan milîsan, rêjîm hêj înkara şikesta xwe dike û alîkariyên malî û cebilxaneyî bi berdewamî bo wan dişîne û dahata xelkê Îranê bi wî awayî bi heder didin.