Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên sînorî yên rêjîmê, kasibkarek kuştin û kolberek jî birîndar kirin

11:16 - 26 Çirriya pêşîn 2025

Li roja 24ê Çiriya Pêşîn, hêzên hov ên sînoriya rêjêmê li devera sînoriya “Kanî Sêv”ê ser bi bajarê Banê li mewdaya nêzîk ve û bê agehdarkirina berê, teqe li maşîneke kasibkaran kirin ku li encamê de ajotvanê maşînê yê xelkê gundê “Bîlwê” û rûniştiyê bajarê Banê bi navê “Îbrahîm Pîranzad” temen 32 salî ku bavê 2 zarokan bû, hate kuştin û kolberek ê bi navê “Şaho” ku gelek zaniyarî li ser netine baskirin ku xelkê kîderê ye, bi dijwarî birîbdar bûye.

Pêka rapora tora Mafên Mirovî ya Kurdistanê maşîna wan kasibkaran betal bûye û ti alavek li maşîna wan de nebûye û piştî vê bûyerê, malbatên wan termê wî kasibkarî digel xwe bo deriyê fermandariya wî bajarî birine û nerizayetiya xwe li vê derheqê de dane xuya lê hêzên hov ên întizamî û bi kincên medenî, rêgirî ji kombûna wan kirine.