Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mirovê şoreşvan, xwedî baverekî qahîm e

16:39 - 26 Çirriya pêşîn 2025

N. Nûredîn Sofîzade

 

Hin caran di pêvajoya xebatê de rewşekî nexwastî û dijwar tê pêş ku heya qasekî bê hivîtî bi dû xwe de tîne û dibe sedema nîgeranî û dilequtkê hem bo xelkê û hem bo parek ji xebatkaran jî.

Xebatkar û mirovên şoreşvan ên kurd ku di pêxema bidestveanîna maf û azadiya netewî û qedera xwe de rêya xebatê hilbijartine, bê guman bi agahî û zanebûn ve bûne şoreşvan, ger kesek jî ku bi agehî û zanebûn rêbazek girtibe bera xwe bi bawer û îman bi berheqiya vê rêbazê ye ku amade ye ked û îza û nirxê li vê rêk de jî bide. Ku wisaye berî heçî kesê mirovê şoreşvan ku xwedî baver û îrada berxwedanê ye, nabe tu carî li qonaxên dijwar ên xebatê de bê hivî be û bikeve dilequtkê.

Mirovê şoreşvan ê Kurd ku xebatê dike bona bidestveanîna mafê netewî, ku bi pêşmergê Kurdistanê tê naskirin, bona geheştina bi armancên bilinde  xebatê ku armancên netewîn e, amade ye ku mezintirîn sermayê jiyana xwe an ko canê xwe jî li vê pêxemê de gorî bike. Ger xelkê asayî baş ji vê pirsê tênegîje û tenê bona xoşvaniya pêşmerge û berdewamiya xebatê li qonaxên dijwar de nîgeran dibe, dîsan ewa pêşmerge û şoreşvan in dibe îrade bexş bin û xelkê ji nîgeranî û bêhivtiyê derxînin.

Şoreş û xebata gelê me bi dirêjahiya dîrokê evraz û nişîvên cuda cuda bi xwe ve dîtine, gelek caran kevtiye, lê gelek nekêşaye dîsan rabûye, gelek caran serkevtinên mezin û şanazî bo gelê xwe tomar kirine, mirovê şoreşvan ne li dema şikestê de bê hivî debe, ne dema serkevtinê de serxwe diçe.

Ger em basê xebata netewî li Rojhilatê Kurdistanê bikin, ev 8 dehike ku bi pêşengî û rêberiya Hizba Demokrat ev xebat berdewam bûye û ger hin caran kevtiye, lê aliyê kêm tu caran nehêlaye ku dujmin bigehe xwezya xwe ku bo hertim şoreş û dengê rizgarîxwaziya Kurd mat bibe. Ceribandina xebata gelê kurd û berxwedaniya heya îro rojê ku hatiye kirin, bo me ev wane û derseye ku em erxayînin ji vê yekê ku her çavan me gelek roj û qonaxên dijvar bohorandine, dê îro rojê jî her wisa serbilind bi derbasbûn ji vê qonaxa dijvar, bi xebat û berxwedanî û pêşengiya xwe bibe cihê şanaziya gelê xwe û xwediyê hemen pêgeh û hitbar û xoşvaniya xwe bin û çi hêz û aliyek û deshilat û dewletek û dujminek nikare rolê pêşengatiya Hizba Demokrat li îran û kurdistanê de berçav negire.