Li 22ê Çiriya Pêşîn a sala 1913 a zayînî de, yekem xwendingeha zimanê Kurdî ji aliyê Simko Şikak ve bi hevkariya “Ebdulrezaq Bedirxan” û çendîn rewşenbîr û siyasetvanên Kurd li navenda bajarê Xoyê li cihek a bi navê “Xan Sera”yê hate avakirin û 29 xwendevanên dibistanî yên xelkê bajarê Xoyê û deverên derdorê, têde beşdarî kirin.
Pêka gotina lêkolînvanan, ev xwendingeh heta sala 1916 berdewam bûye û mamostayên vê ji çend aliyên Kurdistanê ve hatibûn, ên wek “Ebdulrezaq Bedirxan û Mela Mihemed Turcanîzade” û çendîn mamostayên Kurd ên li Ermenistan û Azerbaycanê bûne.
Avakirina vê xwendingehê piştî avakirina komela cîhandanî ji aliyê Simko û Ebdulrezaq Bedirxan ve bûye. Li xwendingeha Kurdî de bilî ziman, wêje û dîroka Kurdî û zimanê Rûsî, beşên perwerdeya pîşeyî wek pîşeya dartaşî anku necarî, werzêriya pêşketî, kargehek asingirî û herwisa nexweşxaneyek bo çareseriya bê beranber a pizîşkî ku çendîn pizîşkên taybet hebûn, hatibû avakirin.
Bûdceya avakirina vê navenda hînkarî û perwerdeyê, ji aliyê xelkê deverên cuda yên Kurdistanê ve hatibû dabînkirin, pêka gotina hinek mamostayên olî, xums û zikata vê salê, bo hikûmeta Kurdistanê ya bi rêberatiya Simko hatibû şandin ku vê xwendingehê ava bike.
Li 21ê Çiriya Pêşîn a heman salê de zêdetir ji 40 kes ji hêzên Simko bi wan 29 xwendevanan û mamostayên wan, li navenda bajarê Xoyê de rêjeyeke serbazî bi rê ve birin û Simko pêşengê vê rêjeya serbazî bûye.
Tevî ku lêkolînên berfireh ji aliyê lîkolînvanan ve li ser xwendingeha Kurdî ya li bajarê Xoyê hatine kirin, lê bi tenê hejmarek ji wan lêkolînvanan têkoşer lêkolînên xwe yên zanistî-dîrokî belav kirine û li ragihandinan de nivîsên xwe şirove kirine.
Li vê rojê de em vê keda tevgera Kurd bi rêberatiya Simko Şikak bi bîr tînin û bi bilind dinirxînin.