Roja 26ê Çirriya Pêşîn a 2025 an PKKê bi navê Birêveberiya Tevgera Azadiya Kurdistanê li daxûyaniyekê de ragihand: Bi armanca serxistina piroseya aştiyê û nîşandana niyeta çareseriyê, dê hemî hêzên xwe li nava Turkiyê û Bakûrê Kurdistanê ber bi axa Başûrê Kurdistanê vekişîne.
Di daxuyaniya PKKê de ku bi vîdeo jî li kanalê mediayî de hate weşandin, hatiye ragihandin ku PKK li ser daxwaza birêz Ocelanê Serokê xwe yê li girtîgeha Turkiyê de, pêngavên bo cîbicîkirina piroseya aştiyê dihavêje û li wan cih û deverên ku rîska pevçonê hene, hêzên gerîlayên xwe divekişîne.
Di daxuyaniya han de hatiye ku niha dora Turkiyê ye ku bo aştiyê bi kiryar pêngavan hilgire.
Hêzên PKKê li merasimên taybet û ber çavê kamêrayên media yan paşvekêşiya hêzên xwe nîşan dan.
Gorî zaniyariyên ku hatina belavkirin, qirare roja Pêncşemiya bê, heyeta bo aştiyê li Emraliyê digel rêzdar Ocelan hevdîtinê pêk bîne.
PKKê li pêngava yêkim de bi avayê nimadîn çekên xwe şewitandin, û pêngava nû de jî hêzên xwe ji Bakûrê Kurdistanê vekişandin, û li benda dewleta Turkiyê ye ku bi yasayî ev jî pêngavan bo aştiyê bihavêje.