Dezgeha ewlehî û operasiyonên taybet yên Îsraîlê ‘‘Mûsad’’ ragihand ku torek ser bi taya Qudis a Spaha Pasdaran li pişit ew êrîşên dawîn yên bo ser navend û saziyên Cihûyan li welatên Rojavayî bûye.
Roja Yekşemî 4ê Xezelwerê rojnameya ‘‘The Time of Israel’’ pêka zaniyariyên Mûsadê nivîsandibû Fermandeyek paye bilind yê Spaha Qudis yê bi navê ‘‘Serdar Emar’’ berpirsaretiya vê tore li situye.
Ew tor piştî êrîşên 7ê October 2023an bo ser Îsraîlê çalakiyên xwe bona bi armancgirtina cihên Cihû û Îsraîliyan li seranserê cîhanê berfirehtir kirine.
Mûsadê belavkiriye ku ev tore bi rêya encamdana êrîşên weke şewitandin û têkdana navend û cihên bazirganî yên ser bi cihûyan hewil dide ku rewşekî tiris û xofê di nava civaka cihûyan de biafirîne. Herwisa ew girûpane pilan bo vê yekê hene ku êrîş bikine ser kesayetiyên xuya yên civaka cihûyan.
Mûsadê sê mînak weke operasiyonên pêwendîdar bi wê tore li welatên weke Yûnan Danimarik û Ustiraliyayê belav kiriye ku bi hevkarî digel navendên Ewlehî yên wan welatan hatine dest nîşankirin.
Pêka gotina Mûsadê bona veşartina rola Îranê ew tora terorîstî kesên xeyrî Îranî û endamên girûpên tawankar bikar anîne û pêkhateya wan bi awayekî hatibû darêtin ku pêwendiyên wan yên navxweyî heta astekê bi nihênî bimînin.
Çavkaniya zaniyariyan bi rojnameya ‘‘The Time of Israel’’ ragihandiye ku beşek zêde ji wan êrîşan di encamdanê de bê hevahengî û neşareza bûne. Her çend ku heyama birêvebirina ew çalakî û operasiyonan berfireh hatine ragihandin.