Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fistîvala navnetewî ya şanoya ser şeqam li bajarê Merîwanê de bi rê ve diçe

11:54 - 27 Çirriya pêşîn 2025

Hejdehemîn dora Fistîvala navnetewî ya şanoya ser şeqam li bajarê Merîwanê bi beşdariya zêdetir ji 43 girûpên şano yên navxwe û derveyî welat, dest bi karê xwe kir.

Bajarê Merîwanê li heyama 5 roj mêvandarî û xwanexwêtiya yek ji mezintirîn bûyerên huneriyên ser şeqam li Îranê, bo pêşxistina hunera şano û nîşandana berhemên hunerî, dike.

Girûpên hunerî ji welatên Hindistan û Tûnisê li vê dorê de beşdar in û 209 berhem bi ofîsa fistîvalê pêşkêş kirine ku 43 ji wan berheman, bo nîşandanê hatine hilbijartin.