Damezraveya Zanist û Ewlehiya Netewî ya Amewrîkayê “Institute for Science and International Security”, bi belavkirina raporekê daye zanîn ku karê avedankirin li binkeya cihê şik û guman a navkiya rêjîmê li çiyayê “Kuleng Gezla”yê li başûrê navenda Navkî ya Netezê de zêde bûne.
Ev navenda navkî ya rêjîmê li kûrahiya gelek zêdetir a navenda Navkî ya Neteznê ye û pêka vê raporê ji roja Înê 11ê Îlonê anku zêdetir ji 20 rojan berî niha ve karê avedankirin li vê binkeya navkî ya cihê şik û gumanê destpê kiriye.
Pêka vê raporê ev avedankirin zêdetir li qonaxên dawî yên parastin û qahîmkirinên ewlehî deye.
Pêştir jî “Washington Post”ê bi belavkirina raporekê dabû zanîn ku rêjîma Îranê ji çend heyvan berî niha ve çalakiyên nihînî û avedankirina navenda navkî li bin çiyayê “Kulend Gezla”yê de bi awayekî lezgîn dest pê kirine.