“Kemal Mihyedînî”, nûnerê Yêkitiya Ciwanên Dêmokrat a Rojhilatê Kurdistanê li kombûna Medîtraneya Yêkitiya Navnetewî ya ciwanên Sosyalîst li welatê Portogalê de beşdarî kir.
kombûna Medîtraneya Yêkitiya Navnetewî ya ciwanên Sosyalîst li rojên “Înê û Şemî anku 24-25ê Çiriya Pêşîn” li derheq “ rawestan li hember milîtarîzm û dagîkarî û binpêkirina mafên mirovî û bihêzkirina hevpeymaniya navnetewî bo dadperwerî û Azadî”yê, bi beşdariya endam û nûnerên Komîteya Medîtraneya Yêkitiya Navnetewî ya Ciwanên sosyalîst de li bajarê “Lîsbon”ê paytexta Portogalê, bi rê ve ço.
Li roja yekem a vê kombûnê de “Kemal Miuhyedînî” raportek li ser rêjeya berçav a binçavkirin û bidarvekirina çalakvanan û girtiyên siyasî, rêjeya bêkariya ciwanan û neçarmana wan bo destavêtin bi kolberîkirinê û canjidestdana wan li vê rêyê li sala derbasbûyî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, pêşkîş kir.
Herwisa navbirî îşare bi givaşên rêjîmê bo ser tevgera Kurd li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de kir û tekezî kir ku ciwanên Kurd bi taybet jinan li navxweyê welat de bi şêwazên cuda û berdewam li torên civakî û rêkxiravên medenî, dengê xwe bilind kirine û çalakane li meydanan de amade ne û em wek Yêkitiya Ciwanên Dêmokrat a Rojhilatê Kurdistanê, her dem piştevanê ciwanên navxweyê welat in.