Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gefa êrîşkirina dubare ya Amerîka bo ser rêjîma Îranê heye

10:42 - 29 Çirriya pêşîn 2025

Roja 27ê Çiriya Pêşîn, “Mecîd textêrewançî” cihgirê wezîrê derve yê rêjîma Îranê ragihand ku “Donald Trump” Serkomarê Amerîkayê, li nivîsa xwe bo Elî Xamineyê yê rêberê rêjîma Îranê de bi tekezî gotibû ku hekî danûstandinan ti encamek nebe, Amerîka dê êrîşê bike ser Îranê.

Herwisa wî berpirsê rêjîmê îdia kiriye ku danûstandin bi awayê rasterast bi ti awayek li navbera Amerîka û rêjîma Îreanê de bi rê ve naçe û Amerîka dixwaze bernameya navkî bi tevavî bide sekinand.

Axaftinên wî berpirsê rêjîmê tevî nîşandana helwêst û tirsa rêjîmê ji Amerîka yê, li halekê de ye ku mercên bingehîn ên Amerîka sekinandina tevav a meyandina Oraniyomê, sekinandin û dawîhatina tevav a piştevanîkirina rêjîmê li milîsan û girûpên terorîstî û sînordarkirina bernameya mûşekî ya rêjîmê ye ku heta niha rêjîma Îranê bi fermî berdewamkirina wan belav kiriye û mercên Amerîkayê red kirine.