Li 3 mîn salvegera şehîdkirina çendîn ciwanên Kurd li 5ê Xerzelwera 1401 a Rojî, malbat û kesûkarên wan şehîdan û hejmarek ji xelkê azadîxwaz, li ser gora wan şehîdan amade bûn û deste gul danîne ser gora wan şehîdan û wêneyên wan bilindkirin.
Malbatên wan şehîdan û kesên nêzîk û hejmarek ji xelkê azadîxwaz ên Rojhilatê Kurdistanê li roja Duşemî 5ê Xezelwerê bi amdebûna li ser gora şehîdan “Şaho Xizrî, Zanyar Ebûbekrî, Firîşte Ehmedî, Kêywan Derwîşî, Sarîna Saêdî, Kobra Şêxe Seqa, Hemîd Gulî, Mutellib Seîd Pêyrow û Fireydûn Ferecî” yada wan şehîdan bi bilind ragirtin û li ser tirba wan sirûda “Ey Şehîdan” sitrandin û dirûşa “Jin Jiyan Azadî” dan û peyman digel wan şehîdan bo berdewamkirina doza wan nû kirin.