Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hemasê bernameya Aşîtî ya pêşniyarkiriya Dolad Trump erê kir

12:26 - 4 Çirriya pêşîn 2025

Pêka rapora El-Erebiye, Hemasê tevî destxweşîkirin ji Donad Trump, serkomarê Amerîkayê bernameya wî bo dawîanîna bi şer li Xezê bi navbendçîtiya “Misir û Qeter”ê erê kiriye û ragihandiye ku beşek ji xalên bernameya aşitî ya Donald Trump erê dike û hinek xal jî hene ku hewcehî bi danûstandina zêdetir heye.

Erêkirina bernameya aşîtî ya Donald Trump ji aliyê Hemasê tevî ku derbek giran bi hewl û pîlanên rêjîma Îranê ye, bûye cihê keyfxweşiya xelkê Xezê ku li şeqaman de keyfxweşiya xwe dane xuya.

Li vê derheqê de Donald Trump bi belavkirina peyamekê li tora civakiya “Truth Social” de gotiye ku bi hizra wî Hemas bo aştiyek hertîmî amade ye û Îsreaîl jî dibe bombarana Xezê bide sekinand da ku em bikarin barimteyan bi lezgînî û li rewşek ewleh de bidin azadkirin.