Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê 10 girtiyên din li girtîgehên xwe de bidar vekirin

10:57 - 29 Çirriya pêşîn 2025

Pêka rapora Navenda Mafên Mirovî ya Îranê, roja 27ê Çiriya Pêşîn, “Hemîd Refî`î” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Zencanê û “Hisam Bestamî” li girtîgeha Burûcêrdê de hatine bidarvekirin.

Herwisa li 26ê Çiriya pêşîn de jî, “Sohbet Fethî” û girtiyek din ku nasnavê wî nehatiye zanîn li girtîgeha navendiya rêjîmê li bajarê Kercê û “Elîriza Elîmuradî û Mehdî Muradî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Hemedanê, hatine bidarvekirin.

Li 25ê Çiriya Pêşîn de jî “Mehbûbê Celalî, Kurûş Nesrullahzade, Siyamek Xadim û Hamid Henîfe” li girtîgeha Lakan a rêjîmê li bajarê Reştê de hatine bidarvekirin.

Çavdêrên Navnetewî ragihandine ku zêdebûna bidarvekirinan li Îranê, nîşaneyek rohn ji qeyranên navxweyî yên deshilatê û tirsa wan ji civakê ye ku li pey guherîna rêjîma tepeserker û bidestveanîna azadiyê ye.

Ji aliyê din ve rêjîma Îranê vê yekê wek alaveke tepeserkirina zêderir a xelkê bi taybet li hember gelên “Kurd û Belûç” de bi kar tîne.