N. Yusuf Kaynak
Helbestvanê mezin ê Kurd Cegerxwîn 41 sal berê koça dawî kir. Kurdên li çaraliyê cîhanê her sal di 22ê Cotmehê de ji bo Cegerxwîn bîranînan li dar dixin. Mezinahiya wî her ku diçe bêtir tê famkirin, û pirtûkên wî îro jî di nav ciwanan de, mîna duh, digeriyan û ji bo helbestvan û hunermendan wekî çavkaniyek îlhamê xizmet dikin. Min li jêr helbestek ji xebateke ku min di salên hezar nehsed nodî de kiriye, wekî bîranîneke bi êş a mayîna wî ya di girtîgehê de nivîsandiye pêşkeşî we xwîner dikim.
Cegerxwîn jiyana xwe a siyasî û edebî jî di rewşeke pir dijwar û nebaş de borandiye. Li Iraqê cara yekemîn hatiye dîl kirin, xistin girtîgeha navdar “Neqretis-Sileyman”. Piştî ku vegeriya Sûriyeyê vê carê ji aliyê Sûriyeyê ve hatiye girtin û ew sî û sê rojan avêtine hepisxaneya “Mez-ze”. Dû derketinê ji wê hepsê li ser van sî û sê rojan helbesta xwe ya bi navê: “Sih û sê roj di zindanê de” nivîsandiye:
Cegerxwîn bi tevayî deh caran hatiye girtin; carekê jî sirgûn bûye û carekê jî bo şeş mehan li mal di bin hepsa çavdêrî de maye. Çend caran jî ji ber zordariya rejîma Sûriyeyê reviyaye çûye Lubnanê û li wê bi nehênî/bi veşartî demekê maye. Di navbeyna 1964an û 1966’an de bi jêhatî û zîrekîya xwe xebat kiriye: li gel helbest nivîsîne mijûlî nivîsandin û tasnîf kirina tarîxa Kurdî û Kurdistanê û berhevkirina folklora Kurdî bû û hinek jî pirtûkên tarîxî yên ji zimanê erebî werdigerandin zimanê Kurdî (Kurmancî). Li gel van çalakiyên hunerî xebata xwe ya siyasî jî her daîm ji alî de domandiye.
Çend gotinê bi gelemperî li ser hunera Cegerxwîn
Min di karê xwe de Cegerxwin wekî şaîre netewî yê sedsala 20mîn binavkiribû di wêje Kurmancî de. Soranî ji Kurmancî pêşketitir e, ji ber ku li ser nivîsandina Soranî qedexeyek nîne. Mijara min Cegerxwîn û wêjeya bi Kurmancî biserdejî helbestvanekî Kurmanc bû. Di dest me de ji çendek heb dîwane wî zêdetir malzeme nebû pirsê pê re rû bi rû dibûm her zêde bûn. Kesî nivîsareke zanistî nenivisîye, kê çi nivisîye bi îdeolojî û dirûşme sîyasî dagirtîye û çendek sloxane şoreşgerîyê wê demê ne. Min nedikarî herdem ji şoreşgerî û sosyalîstîya Cegerxwîn behskira, loma min Cegerxwîn kir qonaxên cude cude ku belkî ji raya gîştî re û ji xwendewaran re hineke rave bikim ku mîrov Cegerxwîn jî wekî me bi dewr û demê re bîrûbawerîye xwe guherîne û guhertîye û pêşketîye û gêş bûye.
Cegerxwîn di destpêka de bi helbestên xwe kevnar e di şêwaza tradîsyona Ahmedê Xanî û Melê Cizirî de ye, ne oldarekî hişk e, belê him bi form him naverokê xwe girêdayê ekolê dîwan edebîyatî a bi arûz e. Bi qafîye û beyt e. Mijar dîsa ji welatperwerî û nîştîmanperwerî dagirtibûn, ew ji dest pêke de berçavan e. Ewqasî li gundan meletî dike jî ji erdnîgerîya welêt ya xemilandî hîç wexteke dûrneketiye, mijar e xwe her gelê Kurd û klasîkê Kurdî yê wek Mem û Zîn û Memê Alan her mîjarê wî ne.
Ji aliyê têmatikî ve min kifş kir ku Cegerxwîn helbestvanekî lîrîk û dîdaktîk e û bi şikla formî klasîk e. Ji aliyê estetîkî ve jî Cegerxwîn di maneya bêjeyên nûjen yên kontrast û obje de ne nûjen e. Lê di estetîka marksîzm û lenînîzmê de sosyal realîst dikare were pejirandin. Wekî her helbestvanekî yan hunermendekî di berhemên xwe de hestên sosyalî yanê mijare civakî tîne zimên. Tecrubeya estetîkî wek navgînek e ku jiyanê bi lezkirinî bide jiyandin û ji bo ku vê rastiyê/realîteyê çêtir binasî aniyê ziman, lê ew jî li gor wî ne her demê de mimkun e ku bi rasteqînî bi wan bêjeyan hema bînî zimên.
Çend şîroveyê dawî ji bo nifşe nû lê zêde bikin: Cegerxwîn her çiqas ji bo Kurdên Kurmancîaxêver helbestvanekî neteweyî yê girîng e jî, lê hetanî niha girîngiya wî ji aliyê Kurdan ve bi têra xwe nehatiye fêm kirin û ne bûye mijara lêkolînên zêde. Nifşê ciwan, tevî hemî çavkaniyên xwe, dikarin Cegerxwîn wekî mijara tezên xwe yên dibistanê lêkolîn bikin. Mînakî, pîvanên ku Cegerxwîn di helbestên xwe de bikar tîne: Di wêjeya me de sê celeb pîvan têne bikar anîn: heceyî, aruz û azad!. Her pîvan ji avahiya zimanê ku ew jê re girêdayî ye derdikeve holê. Pîvana Aruz, an jî pîvana arûz (Osmanî: vezn-i arûz), sîstemek helbestan e ku di wêjeya Erebî de derketiye holê û belavî wêjeya Îslamî bûye. Ew li ser prensîba hejmareke wekhev ya heceyan di rêzan de ye. Rêzên mayî yên di helbestê de divê heman hejmara hece’yan wekî rêza yekem di pîvana heceyî de hebin… Şêweyên/ Formên beytê/helbeste li ser 12 (dozdeh) cureyan têne dabeşkirin, bi navên Gazel, Rubai, Kaside/ Qasîde, Tuyuğ, Mesnewî, Murabba, Kıta, Şarkı, Müstezat, Terkibî-bent, Terciî-bent, Musammat. Li gorî mijaran jî şeş cureyê helbestê hene: lîrîk, epîk, dîdaktîk, şivanî, mîzahî û dramatîk tên navkirin.