Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çend welatên din jî ragihandin ku dorpêçên bo ser rêjîma Îranê bi rê ve dibin

12:27 - 4 Çirriya pêşîn 2025

Piştî ragihandina çalakkirina mikanîsma maşê ji aliyê Saziya Netewên Yekgirtî, çendîn welatan bi fermî ragihandine ku vê biryarê bi rê ve dibin û piştî dewleta Japon û çend welatên din, li vê dawiyê de jî Birîtaniya, Tirkiye û Kanadayê jî ragihandine ku dorpêçên çalakakirî bi ser rêjîma Îranê pêka biryara Saziya Netewên Yekgirtî dê bi rê ve bibin.

Wan welatan ragihandine ku darayiya wan kes û damezraveyên ku ji aliyê Saziya Netewên Yekgirtî ve hatine dorpêçkirin li welatên xwe de dest bi ser de digrin û serdana wan kesan bo welatên xwe qedexe kirine.