Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwendingeheke keçan ya 3 gundên devera Mirgewer, bê mamosta maye

12:31 - 4 Çirriya pêşîn 2025

Çend heftiye ku demsala xwendinê li xwendingehên îranê de dstpê kirine, lê malbatên xwendevanên xwendingeha gundê Lorzinê ser bi devera Mirgewer a bajarê Urmiyê, nerizayetiya xwe li hember nebûna mamosta li xwendingeha keçan a asta navendî anku Rahnimayî ya wî gundî dane xuya û ragihandine ku rêjîmê bi tenê 2 mamosta bo vê xwendigehê şandine û xwendingehê hêj hewcehî bi 5 mamostayên din ên wanegotinê hene û waneyên bingehîn ên wek bîrkarî û zanist ku waneyên bingehîn in, bê mamosta ne.

Herwisa malbatên wan zaokan ku yên 3 gundên “Lorzinê, Eliyê û Jarajê”yê ser bi devera Mirgewer in, ragihandine ku hekî rewş her wiha berdewam be, paşeroja xwendevanan ji nav diçe, baştir ev e ku xwendingehê dabixin û daxwaz ji berpirsan kirine ku bi lezgînî vê pirsgirêkê çareser bikin.