Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê 6 hevwelatiyên Ereb li rojekê de bidar vekirin

16:41 - 4 Çirriya pêşîn 2025

Pêka raporên belavbûyî, 6 hevwelatiyên Ereb ên bi navên “Elî Mecdem, Mihemedriza Moqeddem, Moîn Xinferî, Hebîb Dirîs, Ednan Xebîşawî û Salim Mûsewî” li girtîgeha Sipîdar a rêjîmê li bajarê Ehwazê de hatine bidarvekirin.

Pêka vê raporê ev hevwelatiyên Ereb rastî îşkencekirinên hovane hatine û li jêr îşkenceyan de  neçar bi tirafkirinên bi zorê bûne û dadgeha rêjîmê bi awayekî nedadpewrane bi pêka îtirafkirinên bi zorê û bê hebûna ti belgeyekê, sizaya bidarvekirinê bi ser wan de sepand ku li roja Şemî 12ê Rezberê hatine bidarvekirin.

Rêjîmê bê hebûna ti belgeyekî rohn, tohmetên “kuştina hêzên besîc û întizamî, Muharibe û pêwendî bi Îsraîlê” bi wan dabûn.