Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê dorpêça ragirtî bo ser qiraxava Çabiharê careke din çalak kir

11:20 - 1 Çirriya pêşîn 2025

Amerîka piştî 7 sal ji ragirtina dorpêça bo ser qiraxava Bûşêhrê, careke din ev dorpêç çalak kirin û bi Hindistanê jî, 45 roj derfet daye ku ji vê projeyê paşekêşiyê bike.

Li sala 2018 a Zayînî de “Donal Trump”, bo geşedan bi bajarê Qiraxaviyê Çabiharê bi armanca alîkarîdan bi avedankirina Efxanistanê ev sizaya bo ser rêjîma Îranê ragirtibû lê niha ev dorpçê çalak kiriye.

Hindistanê li sala derbasbûyî de girêbestek 10 sale ya berhemanînê digel rêjîma Îranê bi nirxa 370 moilyon Dolarî wajo kir ku dibe li heyama wan 45 rojan de ji vê projeyê derkeve neku kompaniyên Hindistanê yên li vê projeyê, dê rastî dorpêçên Amerîkayê bên û darayiya wan li Amerîkayê de dê bêne zewtkirinꓼ Ji aliyê din ve “Randhîr Ceysewal” ê berdevkê Wezareta Derve ya Hindistanê ragihand ku Hindistanê mijûlê lêkolîn li ser vê mijarê ye.