
Li berdewamiya bidarvekirina girtiyên Kurd ji aliyê rêjîmê ve, girtiyekî siyasiyê Kurd ê bi navê “Saman Muhemedî Xiyare” xelkê bajarê Sinê ku 15 salan berî niha hatibû binçavkirin, li roja Şemî 12ê Rezbera 1404 a Rojî, li girtîgeha Qizilhisar a rêjîmê li bajarê Kerecê de hate bidarvekirin.
Dadgeha rêjîmê tohmeta kuştina axundekî yê bi navê “Şêxulîslam” û herwisa tohmeta muharibe û endametî li hizbek dijberê rêjîmê û encamdana operasiyoneke çekdarî li bajarê Sinê de bi “Saman Mihemedî Xiyare” dabûn.
Navbirî li heyama 14 sal girtîgehê de rastî givaşên herî dijwar hatibû.