Pêka raporên belavbûyî rêjîma Îranê li girtîgehên xwe li searnsrerê Îranê, tenê li heyva Îlona 2025 a Zayînî de zêdetir ji 178 girtî bidar vekirine ku li ragihandinên fermî de bi tenê 171 halet hatine belavkirin.
Rêkxirava mafê mirov li Îranê rêjeya bidarvekirina zêdetir ji 171 kesî ragihandiye ku zêdetir ji 10 haletên bidarvekirinê kêmtir ji ragihandinên fermî ye.
Pêka rapora Rêkxirava Mafê mirov li Îranê, ji vê amara 171 kesî 90 kes bi tohemtên pêywendîdar bi madên hişber, 71 kes bi tuhmeta kuştinê û 2 kes bi tohmeta sîxurîkirin bo Îsraîl û kesek jî bi tohmeta Muharibe li pêywendî digel nerizayetiyên sala 1401 a Rojî de bûye ku 5 jin, 14 hevwelatiyên Belûç, 18 welatiyên Kurd, 4 hevwelatiyên Ereb û 9 kes ên xelkê Efxanistanê li heyva 9 anku heyva Îlona 2025 an a Zayînî de ji aliyê rêjîmê ve hatine bidarvekirin.