
Roja Şemî 12ê Rezberê, hejmareke zêde ji xelkê Belûç li bajarên “Pencgûr, Maşkîd û Nokendî” li rojhilatê Parêzgeha Belûçistanê bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember daxistina sînûran û kuştin û tundûtêjiya gelek dijwar a a hêzên rêjîmê bi dijî şewatberan, dest avêtine kombûn û xwenîşandana nerzayetiyê.
Herwisa xelkê çendîn bajaran jî man girtin û dukan û bazar daxistin û rêyên bingehîn ên wan bajaran daxistin, lê hêzên çekdar ên rêjîmê bi teqeya esmanî û gefxwarin li xwenîşanderan hewla têkdana wan xwenîşandan û kombûnên nerizayetiyê dan.
Hêzên rêjîmê ji 1 heta 11ê Rezberê, bi awayekî hovane li deverên sînûrî û li rêyên li navbera bajaran de bi teqeya raserast li şewatberan, û li encama wan cinayetên rêjîmê de 15 kes hatine kuştin û 3 kes jî birîndar bûne ku nîşanderê qasa hovitiya hêzên rêjîmê li hember xelkê Belûç bi taybet şewatberan e.