Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Donald Trump Huşdarî da Hemasê ku bi lezgînî biryarên xwe bidin

11:16 - 5 Çirriya pêşîn 2025

Donald Trump Serkomarê Amerîkayî tevî piştevanîkirin li sekinandina demkî ya bombebaranên li Xezê bo bi pêşvebirina azadkirina barimteyan û lihevkirina aşitiyê, huşdarî da Hemasê ku xwe ji her cure hederdaneke demê biparêzin ku bi ti awayek ji wan nayê qebûlkirin û hekî bi lezgînî karên hewce cîbicî nekin, hemû tiştê dê bi dawî bibe.

Hemasê bernameya aşitî ya pêşniyarkiriya Donald Trump erê kiriye lê ragihandiye ku li ser hinek xalên vê lihevkirinê, hewcehî bi danûstandina zêdetir heye.

Pêka rapora “The Wall Street Joiurnal”ê, tevî ku Hemasê pêşniyara Donald Trunmp erê kiriye lê li hundirê vê rêkxiravê de dijhevî û dijayetiyek berfireh li navbera birêveberên siyasî û serbazî de liderheq danîna çekan û çawatiya azadkirina barimteyan heye.