
Hevdem digel birêveçona hilbijartinan li welatê Gurcistanê, hezaran kes ji xelkê Gurcistanê rijiyane ser şeqaman û xwenîşandan kirin û li dijî desthilatariya hizba hakim li wî welatî durûşm dan û rû bi koşka serkomariyê ve çon.
Ev nerizayetiyane li halekê de bi rê ve diçin ku çendîn heyv e rewşa siyasî ya Gurcistanê aloz e û dijayetî û tepeserkirina dijberan li wî welatî de gelek zêde bûye û siyasetên “Mîxayîl Kawlaşvîlî” yê Serkomarê Gurcistanê nerizayetiya xelkê li pey xwe aniye.
Pêka dawî raporên belavbûyî hêzên ewlehî derdora navendên hikûmî de cihgîr bûne û hinek çavkaniyên nefermî jî ragihandine ku koşka Serkomariyê kevtiye destê xwenîşanderên nerazî û “Mîxayîl Kawlaşwîlî”, Serkomarê Gircistanê jî bajarê Tiflîsê reviye.
Xwenîşanderan ragihandine ku destêverdan li sindûqên dengdan û hilbijartinê de hatiye kirin.