Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li heyama 14 rojan de 3 jin li girtîgeheke rêjîmê de canê xwe ji dest dan

11:51 - 1 Çirriya pêşîn 2025

Pêka dawî raporên belavbûyî, li heyama 14 rojên derbasbûyî de 3 jin ên bi navê “Someye Reşîdî, Cemîle Ezîzî û Sûdabê Esedî” bi sedema pêrenegihîştina pizîşkî û bêparkirina wan ji mafê çareseriya pişkî ji aliyê rêjîmê, li girtîgeha Qirçek a rêjîmê li rojhilatê bajarê Têhranê de canê xwe ji dest dane.

Li vê girtêgeha rêjîmê ku ji pirtira hewvehiyên herî destpêkî û bingeîn ên girtiyan bêpar e û li rastiyê de wek îşkencegehek bi sam bo jinan e, 45 girtiyên siyasî piştî canjidestdana wan 3 girtiyan, bi belavkirina daxuyaniyekê, reftara nemirovaneya berpirsên girtîgehê digel Someye Reşîdî û girtiyên din ên li vê girtîgehê bi tundî şermezar kirin.

Rêjîma Îranê bêparkirina girtiyan ji mafê çareseriya pizîşkî, wek alaveke tepeserkirina girtiyan bi kar tîne.

Bêparkirina girtiyan ji çareseriya pizîşkî bi taybet neraziyên birîndarbûyî, neçarkirina pizîşkan bo bêdengmana wan û çêkirina raporên sexte yên otopsî anku lêkolînên li nav laşê miriyan, bo perdepoşkirina cinayetên hovaneyên rêjîmê, bi tenê beşek ji tawankariyên hovaneyên rêjîmê ye.