Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çendîn kombûnên nerizayetî li Kurdistan û Îranê de bi rê ve çon

15:59 - 7 Çirriya pêşîn 2025

Li roja 14ê Rezberê, çendîn kombûnên nerizayetî ji aliyê malnişînkiriyan, xisarpêketiyên malî û hejmarek ji xelkê medenî li çendîn bajarên Rojhoilatê Kurdistan û Îranê de bi rê ve çon.

Pêşkirên xaniyên Nêhzetê milliyê meskenê Sirac a Kirmaşanê bo nîşandana nerizayetiya xwe li rûberûyê parêzgariya rêjîmê li wî bajarî de kombûn û bi micidî û pêdegirî daxwaza bersivdana berpirsên hikûmî li derheq sozên çewt û paşxistina dana xaniyan bi rê ve birin ku piştî 7 salan û dana îcareyên giran, hêj bi wan nehatiye dan.

Herwisa malnişînkiriyên îdareya Muxabirat li bajarê Kirmaşan, Merîwan û Sinê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin û li bajarê Hemedan, Zencan, Tewrêz û Têhranê de jî kombûnên hevşêwe bi rê ve çon.

Hejmareke zêde ji xwazyarên ceribandina karpêdan a perwerde û hînkariyê bo nîşandana nerizayetiya xwe kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Li bajarê Sawê de jî xwediyê nanwaxaneyan li derheq şikesta aborî ya nanwaxaneyan û pirsgirêkên nedan an kêmkirina yaraneyan li rûberûyê fermandariya rêjîmê li wî bajarî de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Li bajarê Hemedanê de jî hejmareke zêde ji xwendekarên zanîngeha “Bûelîsîna” û hejkmareke zêde ji xelkê medenî yên wî bajarî nerizayetiya xwe li derheq kiryarên kirêt û bêexlaqiya keseê girêdayî bi “Heşda Şeibî” li vê zanîngehê de li jêr navê xwendekar digel xwendekarên keç ên li vê zanîngehê, xwenîşandan kirin û daxwaza derxistina wan milîsan ji zanîngehê kirine û silogama em hemedanî ne serşoriyê qebûl nakin.