Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Egera êrîşkirina dubare ya Amrîka bo ser rêjîma Îranê heye

16:01 - 7 Çirriya pêşîn 2025

Pêka raporên belavbûyî, Donald Trump Serkomarê Amerîka, fermana amadebaşiyê daye hêzên Amrîkayê û egera êrîşkirina dubare ya esmanî bo ser rêjîma Îranê heye û ev yeka bi sedema xweparastina rêjîma Îranê ji dana derfet bi lêkolerên Ajansa Navkî ya Wizeya Navkî ye.

Li vê deheqê de Donald Trump li civîneke rojnamevaniyê de ragihandiye ku rêjîma Îranê derfeta lêkolîn li navendên xwe yên navkî, nedaye lêkolerên Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî û bi hizra wî bernameya navkî ya rêjîmê derbek giran pêketiye û renge rêjîma Îranê bikare li navendek din a navkî de beranmeya xwe ya navkî dest pê bike.

Herwisa Dolad Trump ragihandiye ku dê li Koşka Sipî de mijara Îranê digel Binyamîn Netyanyaho gengeşe bike û hekî rîjîma Îranê hewla destpêkirina wan bernameyên xwe bide, em dê li hember bisekinin û li vê derheqê de hûşdarî da rêjîma Îranê.