Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekîtiya Ewropa û Şêwreya Hevkarî ya welatên kendavê, daxuyaniyek belav kirin

16:03 - 7 Çirriya pêşîn 2025

Roja Dûşemî 14ê Rezbera 1404 a Rojî, piştî dawîhatina civîna hevpar a Yekîtiya Ewropa û  Şêwreya Hevkarî ya welatên Kendavê li bajarê Riyazê, daxuyaniyek hevpar rû bi rêjîma Îranê belav kirin û daxwaza pêbendbûna rêjîma Îranê bi sozên navkî kirine.

Li vê daxuyaniyê de tevî tekezî li ser rêkarên dîplomatîk, daxwaz ji rêjîma Îranê hatiye kirin ku sozên xwe yên ku li Bercamê de dabûn, cîbicî bike û hevkariya tevav digel Ajansa Navnetewî ya Wizeya navkî bo lêkolîn li hemû navend û binkeyên navkî û çareserkirina pirsgirêkên mayî bike.

Rêjîma Îranê tevî bi neyasayîbinavkirina mikanîsma maşê ragihandiye ku dibe dosya navkî ya rêjîma Îranê li 26ê Rezberê de li destûra kar a Şêwreya Ewlehî derkeve û rexne li Troîkaya Ewropayê û herwisa Amerîkayê girtiye.