
Roja Sêşemî 8ê Rezbera 1404 a Rojî, beranber bi 30 September 2025 a Zayînî, Heyeteke nûneratiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ku ji rêzdaran “Hisam Destpêş û Aso Ezîzî” pêkhatibû, li konferansa a bi navê “Paşeroja Pêwendiyên Aborî yên Yekîtiya Ewropa û Çînê li Rojhilata Navîn”, beşdarî kirin.
Ev konferande li 2 beşan pêk hatibû ku li beşa 1ê de çendîn pisporên warê aborî û mamostayên zanîngehên welatên Çîn û Yekîtiya Ewropayê gotarên xwe pêşkêş kirin.
Li beşa 2ê de beşdarbûyên konferansê pirsyarên xwe ji birêveberên konferansê kirin û Heyeta Hizba Dêmokrat jî li ser mijara çalakbûn a mikanîsma maşê anku “Snap Back” û dorpêçên aborî yên cîhanî axivî û pirsar ji birêveberên panelê kirin ku bersiva wan hate dan.