
Roja Sêşemî 7ê Çirriya Pêşîn a 2025 a Zayînî, Heyeteke Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi serperestiya rêzdar Mistefa Hicrî, Sikirtêrê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, digel beşa Pêywendiyên Navnetewî ya Hizba Sosyaldêmokrat a Alman û Damezraveya “Firîdrik-Êbert-Şitîftung” hevdîtin kir.
Li destpêka vê civînê de rêzdar “Mistefa Hicrî” bi kurtebasek li derheq nasandina Hizba Dêmokrat pêşkêş kir û îşare bi avakirina Hizbê, xebata dehan saleya Hizbê bo dêmokrasî û federalîzmê li Îranê de û bidesxistina mafê netewî yê Kurd kir.
Rêzdar Mistefa Hicrî, îşare bi qurbanîbûna hezaran Kurdan û 3 rêberên mezin ên Hizba Dêmokrat li serdema deshilata paşayetî û komara îslamî de kir.
Xaleke taybet a axaftinên rêzdar Mistefa Hicrî, tepeseriya hovane ji aliyê komara îslamî, kuştin û binçavkirina sedan xortên Kurd li ser şeqaman û bombebarankirina binkeyên Hizbê li dema şoreşa Jînayê de bû.
Rêzdar Mistefa Hicrî li bersiva pirsyara Fîlîp Fînk, berpirsê beşa Pêywendiyên Navnetewî yê Hizba Sosyaldêmokrat a Alman li derheq rewşa niha ya Îranê û Kurdistanê de, îşare bi rola bingehîn a Hizba Dêmokrat û herwisa rêkxiravên din ên Rojhilatê Kurdistanê li destpêka şoreşa Jînayê de kir û tekezî li ser vê yekê kir ku Kurd gelek rêkxistinkirî û yekdeng li hember rêjîmê disekine.
Rêzdar Mistefa Hicrî, îşare bi rêkxirava “Kongireya Netewên Îrana Federal” wek navenda Hevkariya Netewên ne-Fars û herwisa diyaloga li navbera Hizb û rêkxiravên Kurdistanî kir ku Hizbê ji vê rêyê, cehda jevnêzîkbûn û jihevtêgihîştinê daye.
Rêzdar Mistefa Hicrî li bersiva rêzdar Fîlîp Fînk li derheq rewşa niha ya Îranê û Kurdistanê îşare bi vê yekê kir ku komara îslamiya Îranê piştî şerê Îsraîl û Îranê, sedan Kurd bi hêceta hevkarî digel Îsraîl binçav kirine, sizaya bidarvekirinê bi ser dehan kesan de sepandiye û beşek ji wan sizayên sepandî, bi rê ve çone.
Rêzdar Mistefa Hicrî ragihand: liberçavbûna vê rastiyê ku Kurd zêdetirîn xisar û qurbanî bi taybet li şoreşa Jînayê de daye, çavnihêrî heye ku Hizba Sosyaldêmokrat, bibe dengê Kurdan û wan cinayetên komara îslamiya Îranê şermezar bike.
Rêzdar Mistefa Hicrî ragihand ku ti deshilatek siyasî piştî komara îslamî, bi bê beşdariya netewên din ên Îranê ser nagire.
Rêzdar “Fînk” û xatûn “Şitolays” nûnera damezraveya “Firîdrik-Êbert-Şitîftung”, tekezî li ser vê yekê kirine ku çavdêriya rewşa Îranê dikin û piştevanîkirina xwe bo xebata gelêKurd û gelên dinê ye Îranê dane xuya.
Hizba Sosyaldêmokrat a Alman duyemîn hizba beşdar li hikûmeta Alman de ye. damezraveya Firîdrik jî li diyarîkirina siyaseta vê Hizbê de rolek bingehîn heye.