Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê 21 damezrawe û 17 kes li lîstê dorpêçên bo ser rêjîma Îranê zêde kirin

11:14 - 2 Çirriya pêşîn 2025

Wezareta Xezînedariya Amerîka li Roja Çarşemî 9ê Rezbera 1404 a Rojî de bi belavkirina raporekê li malpera xwe de da zanîn ku li pêywendî digel wezareta berevaniya rêjîma Îranê û hewldan bo bidestveanîna têknolojî û alavên hestiyar bo geşedan bi mûşek û firokeyên serbazî yên rêjîma Îranê, 21 damezrawe û 17 kesên ku bi rêya torên pêywendîdar bi wan mijaran alîkarî dane rêjîmê, li lîstê dorpêçên Amerîka bo ser rêjîma Îranê zêde kirine.

Pêka rapora Wezareta Xezînedariya Amerîkayê ew damezrawe û kesane ku li Îran û Çînê de ne, li wan cure toran de rol hebûne ku li kirîna neyasayî ya alavên pêywendîdar bi mûşekên pêşkevtî yên erd bi esman, radar, têknolojiya û kontrola mûşekan û heta hêlîkopterek Amerîkayî, alîkarî dabûne rêjîma Îranê.