Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Îranê de %60 a kursiyên zanîngehan li qurixa navendên ser bi rêjîmê de ye

11:15 - 2 Çirriya pêşîn 2025

Pêka îtirafkirineke eşkere û zelal a cihgirê wezîrê tendirûsî yê rêjîmê, %60 a kursiyên zanîngehan li zanistên wek pizişkî, li qurixa beşên hikûmî yên wek besîc, spah û malbatên hêzên tepeserker ên rêjîmê de ye û bi tenê %40 a kursiyên zanîngehan bo xelkê Îranê dimîne ku rêjîm li vê yekê de jî destêverdanê dike.

Pêştir jî beşek zêde ji wan kursiyên zanîngehan bo malbatên qurbaniyên şerxwaziyên rêjîmê hatibû diyarîkirin û rêjîmê bi vê gendeliya xwe ya sîstematîk û eşkere her carê bi hêcetekê zêdetir kursiyên zanîngehan qurix kirine û ev rewş her berdewam e.

Li rewşek wiha de bi tenê beşek kêm ji xelkê Îranê dikarin li zanîngehan de perwerdeya akademîk verbigrin ku piştî dawîhatina vê jî piraniya wan li lîstê bêkaran zêde dibin an mijûlê kolberî û destfiroşiyê dibin an li kompaniyên kedkarî de dibin kedkar.