Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Roj bi rojê dirafê Îranê zêdetir bihayê xwe ji dest dide

11:17 - 2 Çirriya pêşîn 2025

Pêka dawî amaran nirxa dolar li bazaran de geheşte 117 hezar Tumenî û heta demjimêrên nîvro yên roja Çarşemî 9ê Rezberê li bazaran de bi 116 hezar û 650 tumenî bûye û xuya nîne ku pêvajoya bilindbûna nirxa Dolar dê heta çi astekê be û rêjîm jî di cihê çareserkirina vê qeyrana aborî, bi tenê hewla înkarkirin û perdepoşkirina bênirxbûna dirafê Îranê li hember dirafên biyaî de dide.

Li halekê de pêka amarên rêjîmê enfilasiyona xal bi xal li heyva derbasbûyî %45 bûye lê li rastiyê de amara enfilasiyonê pêka rastiyên berçav ên bilindbûna çendîn qatî ya hewcehiyan û daketina dahata serane û çapa dirafê bê piştevan li banka Navendî, zêdebûna rêjeya bêkarî li Îranê, gelek ji amara ragihandî ya rêjîmê zêdetir e.