
Daxuyaniya komîsyona Mafê Mirovî ya Navenda Parêzerên dadgusteriyê li parêzgeha Tewrêzê li derheq rewşa koçberên Kurd ên Başûrê Kurdistanê, ku rastî bertek û dijkiryara micid a gelek rêkxistinên medenî û mafê mirovî û parêzeran hatibû, bi neçarî û bi bê evê ku çi rohnkirinekê bide, hate reşkirin.
Ev daxuyaniya han ku belge û nîşaneyek ji belavkirina şik û gumanên siyasî û civakî û reşandina tovê netifaqî û fitnê di navbera Kur û Azeriyan de bû, bibû sedemê berteknîşandana zaf kes û alî û rêkxistina.
Komîsiyona Mafê Mirovî ya Navenda Parêzerên Dadgehê li Parêzgeha Kirmaşanê li derheq belavkirina kîn, û herwisa gelek rêkxistinan û wekîlan û kesayetiyan, ev daxuyaniya kanûna wekîlên ewrêzê bi karekî nijadperestî û dijminayetiya gelê Kurd binav kirin û daxwaz kiribûn ku hindî zû daxuyaniya han reş kin.
Kanûna wekîlên Tewrêzê bi bê çi rohnkirinek daxuyaniya xwe reşkirin û li ser hizra xwe a faşîstiya bi dijî Kurdan, paşvekêşî kirin.