
Roja Çarşemî 9ê Rezbera 1404 a Rojî, hêzên hov ên henga sînorî ya rêjîmê li xala sînorî ya “Sor Kêw”ê de bi awayê rasterast û bi gulleyên şer, teqe li kolberekî temen 38 salî yê bi navê “Rêbwar Mihemedzade” yê xelkê gundê “Sipîdar”ê ser bi bajarê Banê kirine ku li encama vê teqê de navbirî canê xwe ji dest daye.
Pêka vê raporê, termê wî kolberî ku bavê 2 zarokan bû, bo nexweşxaneya “Selahedîn Eyûbî” ya bajarê Banê hatiye veguhastin.
Pêka amaran li 6 heyvên destpêkiya sala 1404 a Rojî de zêdetir ji 37 kolber li deverên sînorî û rêyên li navbera bajarên parêzgeha Urmiye, Kirmaşan û Sinê de li encama teqeya rasterast, renî û sirû seqemê, teqîna mîn, weresiyan ji bilindahiyan, hatine kuştiun an birîndarkirin ku ji vê rêjeyê “%46 kuştî” û “%54 birîndar” bûne.