Roja 15ê Çiriya Paşîn, piştî çendîn kombûn û gotûbêjên online, Kumîteya Hevkarî ya li navbera aliyên siyasî yên hemû parçeyên Kurdistanê” li welatê Firansê hate avakirin.
Ev Kumîtreya Hevkarî” ji aliyê 9 Hizb û rêkxiravên siyasiyên Kurd ve hate avakirin ku her yek ji wan xwediyê ceribandina xebat û dîrokek dirêj û tekoşîn li pêxema parêzvanî li berjewendiyên netewî yên hemû Kurdistanê ne.
Erdelan Ebdullahî, Nûnerê Pêwendiyên Kurdistanî û Îraniyên Hizbê li vê derheqê de ragihand: “Kumîte dibe çarçoveyek yekgirtî bo parastin û parêzvanî li berjewendiyên Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê, geşedan bi xebat û çalakiyên siyasî-dêmokratîk, qahîmkirina pêwendiyên li navbera rêkxiravên Kurdan, çêkirina pêwendiyên dostane digel hizb, dezgeh û damezraweyên Kurd li Firansê û agehdarkirina raya giştî ya Firansê li rewş û bûyerên girîng ên Kurdistanê ye.
Aliyên beşdar bo pêkanîna hevkariyên micidtir li navbera hêzên siyasî, parvekirin a xizmetkirin bi Kurdên her çar aliyên Kurdistanê û rakêşana piştevaniya komên mirovperweran û raya giştî ya Firansê bo piştevanîkirin li xebata dijî rêjîmên dagîrker û dîktaro li Kurdistanê, xwe bi erkdar dizanin.
Karê bingehîn ên Kumîtê pêkahatiye ji: “danîna mikanîzma kombûnên berdewam ên aliyan, pêwendiya sîstematîk li navbera endaman, helwêstgirtin li derheq bûyer û pêşhatan, belavkirina ragihandinan û birêvebirina kombûnan, semînar û rêûresmên wek Newroz û 2ê Rêbendanê.
Yekem pêngaw Piştî kombûnê, serdana nûneratiya Herêma Kurdistanê li Parîsê bû. Li vê hevdîtinê de bas ji çalakiyên Kumîtê û çendîn mijarên girîng bo cîbicîkirina erk û çalakiyan hatine kirin.
Biryar hate dan ku li paşerojek nêzîk de serdana Enistîtoya Kurdî û damezraweyên çalak ên din li Firansê de bê kirin û pêwendî berdewam bin.
Aliyên beşdar li vê Komîteyê de ev in:
Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê
Partiya Dêmokrat a Kurdistanê a Başûrê Kurdistanê
Hizba Şiyû`î ya Kurdistanê
Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê
Partiya Sosyalîs a Kurdistanê PSK
Partiya Maf û Azadî HAK-PAR
Partiya Welatparêz a Kurdistanê
Partiya Yekîtiya Dêmokratîk a Kurd li Sûriyê
Partiya Dêmokrat a Pêşveroya Kurd li Sûriyê